Xwepêşandan li Raco derket
Nov 15 2020
ARK NEWS... Li navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek nerazîbûnê li dar ket, piştre girûpên çekdar, duh 14ê Mijdara 2020an, hilmeteke girtinê di dermafê xwepêşanderan de rabû.
Jêderên xwecihî dane zanîn ku xwepêşandan ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzariyê bû, lê piştî ku xwepêşandan bi dawî hat, çekdaran bi hilmeteke girtinê rabû.
Heman jêderan dane zanîn ku, hejmarek kes ta niha hatine girtin, û hîn jî rewş ne aram e.
Ji dema ku Turkiyê û çekdaran destê xwe danîne ser herêmê, û revandin û girtin berdewam e.
Ş.E
292