QSDê zarokeke kurd li Helebê revand

QSDê zarokeke kurd li Helebê revand

Mar 19 2023

ARK NEWS... Di berdewamiya zincîra revandina zarokên kurd bo leşkeriya neçar, Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD zarokeke kurd li Helebê revand.

Xalîde Hesen Silêman, ku bi tenê 13 salî ye ji aliye QSD ve li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

Tevî ku bavê wê ji 2019an de bêserûşûn e, winda ye û dengûbasên wî hatine birîn, dîsa nebû rêgir li revandina keca wê.

Zaroka kurd ji şêniyên gundê Gewanda yê Meydana li navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

257