Şam.. Nirxê kîloya mirîşkê bû nêzîkî 40 hezar lîreyên sûrî

Şam.. Nirxê kîloya mirîşkê bû nêzîkî 40 hezar lîreyên sûrî

Jun 04 2024

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê, daxwaz zêde dibe, û bazirgan nirxê mirîşkan li bazarên Şama paytexta Sûriyê, bilind dikin.

Çavkaniyên medyayî yên nêzîkî rêjîma Sûriyê gotin ku nirxê kîloyek mirîşkên “nepaqij” li Şama paytexta Sûriyê gihişte (36) hezar lîreyên sûrî, û nirxê kîloya mirîşkên “paqijkirî”. ” giha (40) hezar lîreyên sûrî.

Ji aliyê xwe ve Serokê Komela goştfiroşan li Şamê Yehya El-Xin eşkere kir ku destpêkirina werzê hecê, nêzîkbûna Cejna Qurbanê û îzna hinartina pez ji derveyê Sûriyê bûye sedema bilindbûna nirxê di bazarê de.

224