Serok Barzanî di salvegera destana Pirdê de: Îro ne wekî duh e siba jî wekî  îro nabe

Serok Barzanî di salvegera destana Pirdê de: Îro ne wekî duh e siba jî wekî îro nabe

Oct 20 2020

ARK NEWS... ‌Îro Duşemê 20î Cotmeha 2020an, sê sal li ser tomarkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji destana Pirdê re derbas dibin, û rêber û fermandar û serpirştiyar Serok Mesûd Barzanî di sêyemîn salvegera destana Pirdê da tiwîtek belav kir.

Serok Barzanî li hejmara xwe ya taybet li ser torên civakî li twîterê, ragihand û got: Îro ne wekî duh e siba jî wekî îro nabe.

Beriya sê salan hêzên Îraqî û Heşda Şebî xwestin Hewlêrê dagîr bikin, lê hêzên Pêşmerge destanek tomar kir, û nehêştin ew hêz bi bostekê berev Hewlêreê ve werin.

Destana ku hêzên Pêşmerge tomer kiriye, li gundê Perdê bû ku bi Altun Kobrê tê naskirin, dikeve navbera herdu parêzgehên Hewlêr û Kerkûkê de, beriya sê salan bû qadeke şer, û pevçûneke giran û dijwar tê de çê bûn. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi girnasî, qehremanî, lehengî, û merdî berevanî kir, û nihêştin bostekê ber bi xaka Hewlêrê ve werin.

Ev destan hate tomarkirin piştî ku Kerkûk û herêm nakok li ser ji aliyê Heşda Şebî ve hatin dagîrkirin, û hewil dan Herêma Kurdistanê jî dagîr bikin, lê Hêzên Pêşmerge ji wan re bûne weke keleg û sînorek ji hesen li pêş çavên wan danî, di heman demê de li Ên Iwês jî destan hatin tomarkirin.

Sedema kîn zikreşî û çavsoriya dujmin û hewla dagîrkirinê ew bû ku herêma Kurdistanê bi serpireştiya serok Mesûd Barazî biryara giştpirsiyê da û hemû partî, desgeh, rêxistin, kom, sazî, beşdar kir, û şêniyên Kurdistanê bi hemû nifşan deng bi belê da, û ji 100/ 92.7 encam derkerin û gotin belê bo serxwebûna Kurdistanê, tevî hemû hewlên navdewletî û navnetewî ji bo vegerê li ser biryara giştpirsiyê hatin kirin, lê serok Mesûd berdewam kir û pencemorek zêrîn di dîroka Kurdan de tomar kir, û ta niha belgeyek bi destê Kurdistaniyan de, ji bo dîtina derfetekê ji ragihandina Kurdisatna azad û serbixwe re.

Ş.E


255