Encûmenên Xwecihî yên Efrînê nûçeya derbasbûna hêzên Rûsiyê ji bo Cindirêsê red kirin

Encûmenên Xwecihî yên Efrînê nûçeya derbasbûna hêzên Rûsiyê ji bo Cindirêsê red kirin

Jul 06 2018

Encûmena Xwecihî ya navçeya Cindirêsê û navenda bajarê Efrînê nûçeya derbasbûna hêzên Rûsiyê ji bo navçeya Cindirêsê dûr ji rastiyê binav kirin û gotin liv û tevgera otombêlên leşkerî yên Turkiyê ji bo dûbare belavbûn ji pilana nû ya leşkerî re hatiye .

Endamekî Encûmena Xwecihî ya navenda Efrînê û ne xwest nave wî eşkere bibe ji ARKê re ragihand ku hêzên Turkiyê xwe ji hin malên ku ji xwe re kiribûn baregeh vekişiyan wek mala welatiyek sivîl li taxa Eşrefiyê ya Efrînê û malek li gundê Keferşîlê û hin malên din û ew mal carek din radestî xwediyê wan yên resen kirin .

Wî endamî herwiha da zanîn ku biryara Polîsên leşkerî û sivîlan li cihê girûpên çekdar de li gund û navçe û taxên Efrînê de bigrin û hêdî hêdî ew biryar dikeve ware cîbicîkirinê de û liv û tevgera girûpan ji berê kêmtir bûye .

Derbarê gotegotên derbasbûna hezên Rûsiyê ji bo navçeya Cindirêsê Fewzî Hesen Çolaq cêgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ew nûçe dûre ji rastiyê bi nav kir û ji aliyê xwe ve Azad Usman endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê ji ARKê re tekez kir û ew nûçe red kir û got tu hebûna hêzên Rûsiyê li Cindirêsê tune ye .

Ji dema ku PYDê ji Efrînê reviya ye û di nav kampên derdora Helebê herdem gotegotên dûr ji rastiyê belav dikin û ya herî dawiyê derbasbûna hêzên Rûsiyê nav xaka Efrînê û ew yek rewşek ne rehetî li cem xelkê Efrînê û metirsiya dûbare vegera şerûpevçûnan li ser Efrînê çêdike ku ta niha birîna wan ji êrîşên asmanî û bejayî yên Turkiyê li ser mal û milkên wan û ji mayînên ku PYDê çendine û binpêkirinên girûpên çekdar hîn bi kulin û bê dermanin û herdem daxwaza wan ewe ku xelk vegerin ser mal û milkên xwe da ku Efrîn ji Efrîniyan re bimîne.
ŞÊXO EFRÎNÎ

1018