Serok Barzanî pêşwaziya serokê desteya Heşda Şebî kir

Serok Barzanî pêşwaziya serokê desteya Heşda Şebî kir

Aug 12 2021

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 11ê Tebaxa 2021ê li Selahedîn pêşwaziya serokê Desteya Heşda Şebî Faleh Feyaz kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên emnî, herwiha gef û tevgerên terorîstên DAIŞê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de bi navê parastina asayîş û aramiyê tekezî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqiyan de kir.

590