Nesir Herîrî û Ruba Hebûş ji endamtiya Itîlafa Opozisyona Sûrî hatin avêtin

Nesir Herîrî û Ruba Hebûş ji endamtiya Itîlafa Opozisyona Sûrî hatin avêtin

Oct 10 2023

Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûrî, Serokê xwe yê pêşîn Nesir Herîrî û Cîgira berê ya Serokê Itîlafê Ruba Hebûş ji kar dûr xistin.

Jêdereke taybet ji nav Itîlafê ji ARKê re got: "Duh Itîlaf li ser rewşa bakurê rojavayê Sûriyê û bidawîanîna endamtiya wan herdu endamên xwe civiya".

Jêdera taybet serbar kir: "Nesir Herîrî û Ruba Hebûş peyrewê navxwe yê Itîlafê binpê kir, ku li ser torên civakî êrîşî Itîlafê dikir û gotinên xirab jê re digotin".

Wê jêderê got jî, "di civîna Itîlafê de ew pirs kete dengdanê de û bi piraniya dengên endaman, Nesir Herîrî û Ruba Hebûş ji Itîtlafê hatin avêtin".

Derbarê rewşa Idlibê jî, Itîlafê êrîşên Rejîma Sûriyê û Hêzên Rûsiyê şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku givaşê bikin û sînorekî ji wan êrîşan re danin.

Itîlafa Niştîmanî ya Hêzên Opozisyon û Şoreşa Sûrî ku li dawiya sala 2012an hatiye avakirin, ji 83 endaman pêk tê, 14 ji wan Kurd in, 11 jî Nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ne.

251