ENKSê: Divê PYDê dest ji revandin û kiryarên xwe berde
ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, îro revandina berpirsekî xwe ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, di daxuyaniyekî de ragihand: Sibeha roja Çarşemê 24ê Çileya 2024an, grûpeke çekdar ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve, endezyar Ekrem Hisên, serokê Desteya Cîbicîkar a Şêpêla Pêşeroja Kurdistan Sûriya, û endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê revand, û bo cihekî nediyar bir.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê rebandina Endezyar Ekrem Hisên û hemû kiryarên tirsandinê di dermafê welatiyan de şermezar kirin.
Di daxuyaniya xwe de, ENKSê banga serbestberdana bilez û destberdan ji kiryarên li dijî mafên mirovan kir.
150