PDK-Sê: Binpêrkirina ala Kurdistanê bêrêzî û sivkatî ji hemî miletê kurd re ye

PDK-Sê: Binpêrkirina ala Kurdistanê bêrêzî û sivkatî ji hemî miletê kurd re ye

Oct 19 2020

ARK NEWS... Ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê li Herêma Kurdistanê êrîşa mêlîsên Heşda Şebî li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistan PDKê li Bexdayê bi tundî şermezar kir, û daxwaz ji desthilatdarên Iraqê kir, ku sînorekî ji kiryarên van girûpên çekdar re deyne.

Ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê di daxuyaniyekê de behsa êrîşa bi sedan ji endamên girûpên Heşda Şebî li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistan PDKê dike, û dibêje ev e diyardeyeke metirsîdar e, ku bi vî awayî Heşda Şebî êrîşî bargeha PDKê kiriye, û kel û pelên wê şewitandine, û ala Kurdistanê ya pîroz û wêneyên sembolên kurdan şewitandine, û ev kiryar li pêş çavên polîs û aliyên emnî û ewlehiyê li Bexdadê û nêzîkî bargehên hikûmetê hatine encam dan.

Herwisa di daxuyaniya PDK-Sê de hatiye, em vê êrîşa tirsonek bi tundî şermezar dikin û em binpêrkirina wan ji ala Kurdistanê re weke bêrêzî û sivkatiyeke ji hemî miletê kurd re dizanin.

Li gor daxuyaniya ofîsa PDK-Sê ev êrîş mîna derbeyekê ye ji yekrêzî û hevbariya Iraqê û pêkvejiyanê re ye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de ofîsa Herêma Kurdistanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û desthilatdarên Iraqê kir, ku sînorekî ji van girûpên çekdar re deyne, û tawanbaran radestî dadgehê bikin daku bigihen sizayên xwe.

207