Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî bi hatine Remezanê belav kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî bi hatine Remezanê belav kir

Mar 23 2023

ARK NEWS... Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi hatina meha Remezanê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: Ez ji Xwedayê mezin dixwazim meha Remezanê xêr, xweşî, aramî û rehetiyê bi xwe re bîne û rojî û îbadetên her kesî bipejrîne.”

da zanîn jî: Werin em nirx, wane û wateyên mirovî yên vê meha pîroz bikine derfeteke nû ji bo lihevhatin û hewla bihevrebûnê, yekîtî, yekrêzî û xebata hevpar. Ji bo ku em hemû bi hev re ji pirsgirêk û nakokiyan derbas bibin, baştir xizmeta Kurdistanê bikin û berjewendiyên bilind yên gel û welatê xwe biparêzin.

102