Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî yên bilez pêşkêşî sê gundên Efrînê dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî yên bilez pêşkêşî sê gundên Efrînê dike

May 28 2024

Di çarçoveya berdewamiya gihandina alîkariyan bo Kurdên Efrînê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî yên bilez pêşkêşî 3 gundên Efrînê yên ku bi sedema lehoyê ziyan dîtin kir.

Endamê desteya cîbicîkar ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û berpirsê doseya Sûriyê Rewac Hacî di lêdwanekê de ragihand: “Piştî barîna barana zêde ya roja 24ê Gulana 2024an li Efrînê, welatiyên sê gundên navçeya Cindirêsê rastî ziyanên mezin hatin.

Rewac Hacî herwiha got: “Piştî wê yekê tîmên hawarçûnê yên bi ser dezgehê ve, tîmên pizîşkî yên gerok û xwebexş ber bi gundên ziyandîtî ve çûn û alîkariya wan kirin.”

Hacî serbar kir jî Ji bilî helmeta paqijkirina rêyan û paqijkirina zêdetir ji 50 malên gundên (Til Silûr, Dîwa û Xirbit Elûş), parsêlên xwarinê û alîkariyên nexwarinî li ser ziyandîtan hatin dabeşkirin.

Navbûrî amaje bi wê yekê kir ku di heman demê de tîmên bijîşkî yên gerok yên dezgehê derman û dermankirina bêberamber pêşkêşî jin, zarok û mêran kirin.

112