Heleb... Şer di navbera çekdaran û QSDe de rû dan
Oct 17 2020
ARK NEWS... Îro Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an, şerûpevçûn di navbera girûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve û QSDe de rû dan.
Jêdereke taybet ji ARKê re ragihand, ku li eniyên Kefer Xaşir û Kefer Kilbîn şerûpevçûnên giran di navbera girûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve û QSDe de rû dan û birîndar û kuştî ji herdu aliyan hebûn.
Herwiha û li gorî jêderê, ku duh jî şerûpevçûn di navbera girûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve û QSDe de rû dan, bê ku tu zaniyarî derbarê ziyanên canî werin diyarkirin.
164