Turkiyê gundewarê Minbic topbaran kir

Turkiyê gundewarê Minbic topbaran kir

Apr 23 2024

Hêzên Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve bi topxaneya xwe ya giran gundewarê Minbicê topbaran kir, û ziyanên madî rû dan.

Jêberên xwecihî eşkere kir ku Turkiyê û girûpên çekdar bi topan gundê Ereb Hesen li gundewarê Minbicê armanc kir, di encamê de ziyanên madî rû dan.

Jêderê da zanîn ku duh jî Turkiyê gundê Elcat topbaran kir û ziyanên madî rû dan.

214