Endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê bi xakê hat spartin

Endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê bi xakê hat spartin

Oct 13 2020

ARK NEWS... Endamê encûmena şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê koça xwe ya dawî kir û duh jî bi xakê hat spartin.

Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê nameyek belav kir û tê de ragihand, ku Izedîn Çelebî Silo endamê encûmena şaxî ya rêxistna Hewlêrê ya PDK-Sê piştî rûbrûbûna nexweşyeke giran li nexweşxaneyekê li Hewlêrê koça xwe ya dawî kir.

Duh jî Izeldîn Çelebî Silo li goristana Kesnezan li Hewlêra paytaxta Herêma Kurdistanê bi xakê hat spartin.

Izeldîn Çelebî Silo endamê encûmena şaxî ya rêxistna Hewlêrê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

288