Fermandarekî çekdaran li Efrînê hat kuştin û yekî din jî birîndar bû

Oct 12 2020

ARK NEWS... Li gundê Beradê yê navçeya Şerawa ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê duh, fermandarekî girûpên çekdar hate armanckirin û kuştin.

Jêderên xwecihî ji ARKê re ragihandin ku li gundê Beradê otombêla Osama Zêd ku fermandarekî çekdaran e, hate armanckirin, di encamê de hat kuştin û fermadarekî din bi navê Eû Cabir ku ew jî fermandarê di çekdarên Hemzat de ye bi tundî birîndar bû.

Heman jêderan tekaz kirin û ajokarê wan jî hat kuştin û ta niha jî hûrguliyên teqînê nehatine diyarkirin.

Ş.E

530