Şerê PKKê ji bona avakirina dîktatoriya faşîst û tunekirina kurdan…

Şerê PKKê ji bona avakirina dîktatoriya faşîst û tunekirina kurdan…

Dec 02 2021

İbrahîm GUÇLU

Hîç şik tune ye ku dewletên kolonyalîst welatê Kurdistan dagir kirin û parça kirin.

Li welatê me sîstemeke metîngehkarî û kolonyalîst ya pir xirab û ji kolonyalîzma klasik ya berê texrîbkar ava kirin.Dewlemendiya welatê me yên binerd û sererd talan kirin û neteweya me xistin nav feqîriyeke mezin.

Hemû mafên me yên neteweyî xesip kirin.

Serhildanên neteweyî yên li dijî siyaset û statuya kolonyalîst qewimî bûn,

bi qetlîaman hatin temirandin.

Serok û pêşengên civata Kurd û Kurdistanê hatin kuştin.

Ji bon kurd di nav neteweyên serdest de bên helamdin û asîmîle kirin, stratejîyeke hovane meşandin.

Lê 4 dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Fars, Iraqê, Sûriyeyê) piştî demekê dîtin ku siyaset û projeyên wan têre nakin,

biryar dan ku di nav kurdan de rêxistinên xwe ava bikin. Bi riya wan siyaseta tunekirina kurdan bimeşînin.

PKKê li Bakûrê Kurdistanê di destpêkê de ev mîsyona xwe pêk anî.

Pişt re jî li hemû beşên din yên Kurdistanê ev mîsyona xwe qirêj û dijmin pêk anî.

Dema ku ev mîsyon û wezîfeya xwe li ser navê dewletên kolonyalîst pêk anî, gelek cure û babet bi kar anî.

Li hemû beşên Kurdistanê bi dewletên kolonyalîst re hevkarî û piştgirî girt, ji bona tasfiyekirina rêxistin û partriyên Kurdistanê.

Li hemû beşên Kurdistanê, hemû serok û rêxistin-partiyên Kurdistanê nerewea îlan kir.

Ciwan û zarokên Kurdistanê di şerê berjewendiya dewletên kolonyalîst de da kûştin.

Mirov dikare bibê ku PKKê bi her awayî siyaseta dewletên kolonyalîst ya tunekirina kurdan meşand.

Di vê qonaxê de jî heman helwest û siyaseta xwe didomîne.

Vê siyaset û stratejiyê bi xwe re encameke din anî holê. Ew jî,

PKKê di hemande de xwest ku li hemû beşên Kurdistanê ji bona xwe desthilatdariyekê ava bike.

Loma jî hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê dijmin îlan kir,

ji bona ku ew tasfiye bibin û ji jiyana Tevgera Neteweyî Kurdistanê derkevin, ji destê wê çi hat kir û nûha jî dike.

Loma jî armanca PKKê ew e ku li herêma desthilatdar dîktatoriya xwe ya faşîst divê ava bike.

Li Rojavayê Kurdistanê Rejîma Baasê ew derferta da wan ku ew li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriya PKK/PYD ava bikin.

Bi wateyeke din dîktatoriya Partiya Baasê ew bimeşînin û bi dîktatorıya Baasê re bibin şêrık.

PKK/PYDê nûha jî li Rojavayê Kurdistanê di dîktatoriya xwe ya faşîst û xirabiyên xwe de serkeftî ye.

PKKê loma ji Pêşmergeyên Roj û bi melbatên wan re dijminitî dike. Li hemberî malbatên pêşmergeyên Roj gef û tehdîdan didomîne.

Hebûna pêşmergeyên roj, li hemberî dîktatoriya xwe ya faşîst wek xeter û tehdît dibîne.

Ew dizane ku Pêşnergeyên Roj û neteweya kurd dê di pêşerojê de dawiya desthilatdariya PKK/PYDê bînin.

Loma jî divê ku pêşmergeyên Roj ji holê rabe û neteweya kurd jî tune bibe.

Ew hewildana PK/PYDê ya dîktatoriya Faşîst jiyan li neteweya kurd tarî kiriye.

PKK/PYDê ji Rejîma Baasê hezar qat xirabtir tişta tîne serê gelê me.

LOMA ÇETEYÊN PKK ZAROKAN DIREVÎNIN...

PKK ji bona ku kurdan tune bike û dîktatoriya xwe ya faşîst bidomîne çeteyên faşîst ava kirine. Ew çeteyên faşîst zarokên Kurd yên keç û law direvîne.

Rojevakurd dibêje ku “li rojavayê Kurdistanê çekdarên PKKê zordarî û tadariya li ser civatê bi awayek sistematik di çerçoveya projeyeka ku bikaribin tirsê li ser xelkê ferz bikin de dikin.

“Li rojavayê Kurdistanê ji bo PKK bikaribe hêzên çekdar kom bike biryara leşkeriya mecbûrî da.

Li rojava her ciwan dema temenê wî were mecbûre here leşkeriya icbarî bike.

Ji bo vê biryarê bi hezaran ciwanên kurd ji dev welat berdan û bûne koçber.

Xelk ji bo zarokên xwe rênekin leşkeriya icbarî ew vedişartin û bi awayekî hewldidan wan ji rojavayê Kudistanê derêxin.

PKK bi vê projeya xwe de serneket û destpê kir zarokên temen biçûk revandin.

“Milisên çekdar bi navê Ciwanên Şoreşger tevdigerin û ev rasterast bi Qendil ve girêdayine û guh nadin kesekê ji bilî Qendil.

Fermana xwe rasterast ji Qendil werdigirin. Ev ciwan ne zanane û piraniya wan madeyên hiçber bi kar tinin û evin ku êrîşê cih û malên xelkê dikin.

Ciwanên Şoreşger li kolanê bajaran û li gunda digerin, keç û kurên temenê wan biçûk, 11,12,13,14,15 heta 16 salî direvînin û dibin kampên leşkerî û wan perwerde dikin û rêdikin eniyên şer.

“Ev babet û zordariya çeteyên PKKê, ji aliyê dezgehên parastina mafên zarokan ve û ji aliyê gelek dezgehên navnetewî ve tê şopandin û ji HSDê dixwazin ku,

kesên temên biçûk û zaroka nebin leşkeriyê û vê yekê wek tawanek navnetewî ya şer dihesibînin.

HSD car carê yek diduyan azad dike û dixwaze bide nîşandan ku biryarên dezgehên navdewletî bi cih tînin. Lê rastî ne ev e. Ew bi zanebûn bi sedan zarokan bi çek dikin.

“Rojane hezên muxalifê PKKê li rojavayê Kurdistanê vê helwesta çeteyên çekdar rexne dikin û behsê dikin. Gelek alî vê yekê şermezar dikin.

“Bi dehan malbatên zarokên revandî li ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, kom dibin û ji HSDê daxwaziya vegerandina zarokên xwe dikin.

“Herkes dizanê ku revandina zarokên temen biçûk kiryarek a PKKê li hemû beşên Kurdistanê û deverên ku kurd li dijîn e.

Di zemanê xwe de li Ewropa dehan zarok bi navê Kampên Havîne dibirin perwerde dikiran rêdikiran çiya.

Malbata li gelek welatên Ewropa giliya PKKê kirin û gelekan jî bi rêya peran zarokên xwe vedigerandin.

“Li bakurê Kurdistanê PKKê bi hezaran zarok revandine û ew çekdar kirine û rêkirine mirinê. Gelek zarokên ku hewla revandinê kirine jî hatine infaz kirin.

“Ev şeweya ku çeteyên PKKê zaroka direvînin û wan bi çek dikin, beşek e ji îdeolojiya wan û stratejiya wan ya xebatê ye.

PKK tu cara guh nade rexna û dengê xelkê,

ew ya xwe dikin û civatê bi awayekê mehkumê siyaseta xwe ya qirêj dikin.

Ji xwe ev yeke ku bûyî sedemek bingehîn ya tehrîbatbûna civaka Kurd.”

LOMA ÇETEYÊN PKKÊ XWEPÊŞANDANAN POVOKE DIKIN Û LI KURDISTANÊ TEVLIHEVÎ ÇÊ DIKE…

PKK, ji bona ku Başûrê Kurdistanê têk bibe, tevgera xwe ya xirab dimeşîne. Dê di ev helwesta xwe de jî berdewam be.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî radigihîne,

PKK dest bi siyaseta neşîrînkirina Herêma Kurdistanê kiriye û rola wê ya aktîv di Silêmaniyê û guhartina daxwazên xwepêşandêran de hebû,

çend kesên ser bi PKKê ve hatin girtin û di rojên bê de zanyariyan belav dikin.

Dîndar Zêbarî ji rojnamevanan re ragihand, “Rola PKKê ya gelekî xirap di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê û bi taybet ên Silêmaniyê de hebû.

PKKê bi riya alîgirên xwe hewl da daxwazên rewa yên xelkê bi aliyekî din ve bibe. Di rastiyê de, PKK bûye barekî giran li ser aramiya Herêma Kurdistanê.”

PKKê berê jî di xwepêşandanan de texrîbat çêkir, şiddet û terör bi kar anîbû. Zirareke mezin da Kurdistanê.

Divê kurdên hemû beşan, hemwelatiyên Herêma Federe ya Kurdistanê,

Hikûmeta Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê, kurdên li hemû dinyayê li Ewrûpayê û li Emerîkayê jiyana xwe didomînin, di ev xeteriya PKKê de hişyarî bin. Pêşiya vê xeteriyê bigrin.

LOMA PKK-Ê JI BONA KU RÛMETE DESTHİLATDARIYA KURDISTANÊ BIKEVE,

ZOR DIDE CIWAN Û MALBATÊN KURDISTANÊ KU JI WELÊT DERKEVIN Û BIÇIN LI WELATÊ BIYANÎ BIBIN PENABER…

Rola PKKê di koçberbûna xelkê Herêma Kurdistanê bo Belarusê de hebû. Hin kes di nava koçberan de hebûn,

hewl didan wêneya Herêma Kurdistanê li cem civaka navdewletî xerab bike,

ji ber wê divê destpêkê PKKê were tometbarkirin û jê re were gotin ku divê dawiyê li vê siyasetê bîne.

Dîndar Zêbarî diyar kir jî: “PKKê pirsa koçberan wek kartekê bi kar anî, ji bo navûdengê Herêma Kurdistanê têk bide. Alîgirên PKKê hewl dan li medya û sosyal medayayê, Kurdistanê xerab nîşan bide.

Diyarbekîr, 03. 12. 2021




Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

443