Koçberên Şehbayê yên Efrînê bûne qurbaniyên nakokiyên di navbera rêveberiya PYDê û rêjîmê de.
Hevdemî dorpêça ku rêjîma Sûriyê li ser kampan ferz kiriye, awareyên herêma Efrînê yên li kampên Şehba û navçeya Fafîn li gundewarê Helebê, anku bi navê Şehba tê naskirin, ji kêmbûna xizmetguzariyan û nebûna pêdiviyên jiyanê dinalin.
Li gorî zanyariyên ARKê ji çavkaniyên xwe yên li Şehbayê, ku qeyranên cûda hene çi di warê tenduristiyê û belavbûna bêkarî debe û çi jî di warê sotemeniyê de be, bi taybet bi hatina demsala zivistanê.
Jêderan tekez kirin ku awareyên derbider rastî azarên dorpêçkirina rêjîma Sûriyê û Firqeya çaren a rêjîmê li ser wan tên, û sivîlên di kampan de nirxê nakokiyên di navbera rêveberiya PYDê û rêjîmê de didin.
Çavkaniyan eşkere kirin ku dibistan ji ber nebûna sotemeniyê hatine daxistin û xelkê aware ji rewşa heyî nerazî ne û daxwaza vegerandina mal û pereyên xwe dikin, lê li gor wan, ku kamp bûne weke girtîgeheke mezin.
Jêderan berdewam kirin ku dora kampan bi hesin, ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatine dorpêçkirin, û kes nikare ji kampê derbikeve û tîkeve, ji bilî bi rêya qaçaxî, ku di hemer de periyêkî pir didin.
Di demên dawî de bi sedan malbatên Kurd ji kampan vegeriyan bajarê xwe yê Efrînê, lê rastî gelek zehmetî dîn heta ku karibûn xwe bigihînin gundên xwe.
Ji ber şerê di navbera Turkiyê û rêveberiya PYDê de li Efrînê di sala 2018an de, zêdetirî 300 hezar kurd ji bajarê Efrînê û heft navçe û gundên wê ber bi Heleb, gundewarê wê ve koçber bûne û beşek ji wan heta niha li 5 kampên bajaran Şehbayê dijîn.
132
