Jêderek kûrahiya herêma aram eşkere dike

Jêderek kûrahiya herêma aram eşkere dike

Aug 08 2019

ARK NEWS .. Di rêkeftina dawiyê ya di navbera Turkiyê û Emerîka de, ji bilî hin xalên derbarê avakirina navendeke operasyonên hevbeş li Turkiyê ji bo hemahengiya kar ji herêma aram li Rojavayê Kurdistanê, û kar ji bo vekirina korîdoreke aştiyê ji vegera peneberên Sûriyê re, nehate eşkerekirin. Kûrahî û dirêjahiya wê herêmê, û herêmên Kurdî û Sûrî yên dê li xwe bigirin, nehatine diyarkirin .

Piştî belavbûna rêkeftina dawiyê navbera Turkiyê û Emerîka di 7ê Tebaxê 2019an de, malpera Basnews li ser zarê jêdereke xwe hin hûrguliyên giring ji derencamên wê civînê eşkere kiriye . Li gor malpera navbûrî ku jêderke Kurdî jê re daya zanîn, ku herêma aram dê ji Rojavayê çemê Ferêt ta sînorê Herêma Kurdistanê bi kûrahiya 5 K.M berev xaka Rojavayê Kurdistanê ve, li xwe bigire.

Heman jêderê bal kişandiye ser, ku PYDê li gor dûrbûna gihştina çekên bi dest ve dê ji wê herêmê vekişe, ango çekên 15 K.M diçe dê 15 K.M paş ve vekşin, herwiha 20 KM, da ku Turkiyê metirsiyên xwe yên ewlekarî dûrbixîne .

Derbarê beşdarbûna Turkiyê, jêdera Basnews dibêje ku Turkiyê dê bibe beşek ji navenda operasyonan bi Hevpeymaniya Navdewletî di herêma aram de .

Li ser mijara Korîdoreke aştiyê wiha hatiye, mebest jê ew e ku ew herêm bi tenê weke korîdor dê were bikaranîn, tê re penaberên Sûriyê dê vegerin warên xwe, û deriyên sînorî li Rojhilata Ferêt dê werin vekirin û ew herêm nabe piroseya bicîkirina penaberên Sûriyê .

Piştî sê rojan ji danûstandinan navbera berpisên Emerîkî û Turkî li baregeha Wezareta Berevaniya Turkiyê, rêkeftin hate îmzekirin, ew yek curek ji dilrihetiyê li cem şêniyên Rojavayê Kurdistanê çêkir, bi taybet piştî rijdbûna Turkiyê ji encamdana operasoyenke leşkerî, û şandina hêzên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê .

Ş.E

335