Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir

May 12 2019

ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîst û şeşemîn salvegera damezrandina Binkeya Laliş peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Li gor malpera fermê ya serok Barzanî peyam waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Serok û Endamên Desteya Bilinda Binkeya Laliş

Bi helkefta bîst û şeş saliya damezrandina Binkeya Laliş pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û kadîrên Binkeyê Laliş û hemû xuşk û birayên Êzîdî dikim. Ji bo karkirin û pêşxistina çalakiyên civakî û kultûrî û xizmetkirina xuşk û birayên Êzîdiyan, destxweşiyê li hewl û keda we dikim.

Bi vê helkeftê ve hêviya serkeftin û berdewamiyê li erk û karên we da dixwazim û bi tevahiya piştevaniya xwe ji bo we yên birêz radigihînim. Hêviya bextewerî û aramî û vegerandina hemû xuşk û birayên Êzîdiyan li ser jiyana xwe ya asayiyê dixwazim.

Her serkeftî bin û bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
12.05.2019

539