PKKê buhaneyên encamdana operasyoneke leşkerî dide Turkiyê
ARK NEWS... Di hevdemê gefên Turkiyê û fermandarên opozisyona Sûriyê di encamdana operasyoneke leşkerî, PKKê buhaneyan ji Turkiyê diafrîne û bi darê zorê şêniyên navçeyê dadixîne kolanan da ku bang li Turkiyê bikin ku serokê PKKê Ebdelah Ocelan serbest berdin.
Di van rojên dawiyê de, li hin herêmîn Cizîrê, Kobanê, Şehbayê, û herdu taxên Kurdî Şêx Meqsûd û EŞrefiyê yên Helebê, xwepêşandan hatin lidarxistin, tê de bi bilindkirina alên PKKê û wêneyên serokê PKKê Endulah Ocelan, ew xwepêşandan bi rê ve çûn.
Li Kobanê jî ku rastî gefên zindî tê, xwepêşandên bi vî şêweyî tê de hatin lidarxistin, nexasim di salvegera yekem ya keraseta Serê Kaniyê û Girê Spî de, daxuyaniyên nijadperestî ji hin serkirde û fermandarên opozisyona Sûriyê derketin wek Mustefa Sêcerî ku di tiwîta xwe de got:
Bi her hêzên xwe em dê bibin rêgir ji damezrandina dewleteke Kurdî nijadperestî terorî re Em rê nadin desdirêjî li perçeyekê ji xaka Sûriyê were kirin, di salvegera yekê ya operasyona kaniya aştiyê de tekez dikin ku Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî gavên yekem in, di nêzîk de amedekariyên operasyonê bi dawî tên, li gor axaftina wî Kobanê dê were azadkirin.
Tevî ku serokê Turkiyê Donald Tramp salek din ji rewşa awerte re ragihand lê herdem gef bi encamdana operasyonekê li dar in, di heman demê de PKKê buhaneyan diafrîne, û rewatiyê dide Turkiyê ku bi operasyonekê rabe weke çawa li Efrîn Serê Kaniyê Girê Spî, bi navê jinavbirina terorê Turkiyê operasyona xwe encamp da, heman sînaroy li herêmên din dê dûbare dibin, çavdêr ameje dikin eger PKKê buhaneyan çê neke tu carî Turkiyê nikare bostekê berev Rojavayê Kurdistanê ve were, dibe bi her karînekê ew bihan werin birîn.
Ş.E
718
