Gelo vayrosa koronayê ta çend demijmêran li ser destan dijî? Lêkolînek bersivê dide

Gelo vayrosa koronayê ta çend demijmêran li ser destan dijî? Lêkolînek bersivê dide

Oct 08 2020

ARK NEWS... Pispor hemû li ser şûştina destan ji bo xweparêziyê ji vayrosa koronayê li hev dikin, ji ber ku vayrosa koronayê dikare li ser çermê mirov bijî.

Kovara " Kilînîka Înfêkşês Dîzis" Lîkolîneke nû belav kir û tê de hat ku vayrosa koronayê dikare ta 9 demjimêran li ser çermê mirov bijî, ku ew hejmar ji jiyana vayrosa sermayê bi gelekî bêhtir e.

Lîkolînê bal kişand li ser wê yekê jî, ku dema çilm hebe aktîvbûna vayrosa koronayê li ser çerm zêdetir dibe, û ew yek sedema sereke bû ji bo veguhestina koronayê di nav xelkê de li seranserê cîhanê.

Ji aliyê xwe ve lîkolînerê di zanist û nexweşiyên veguhestî de Coşwa Şifêr got, pêketiyên koronayê di destpêka pêketina wan wate roja yekem û ya duyem ji pêketina wan, vayrosê bi şêweyekê mazin vediguhêzin.

Lîkolînerê navbûrî tekezî li ser wê yekê jî kir, dibe ku mask werin dayîn û pabendî bi rênimayên xweparêziyê bibin.

438