Serok Barzanî sersaxiyek belav kir
Aug 11 2023
ARK NEWS... Îro 11ê Tebaxa 2023yan, serok Mesûd Barzanî, peyameke sersaxiyê belav kir, Naveroka peyamê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Dr Fuad Mehsûm
Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanima (Rûnak Abdulwahîd) gihîşt me. Sersaxiyê li we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî xanima Rûnak Abdulwahîd bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
11ê Tebaxa 2023
214
