Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriyê spasnameyek ji PDK-Sê re şand

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriyê spasnameyek ji PDK-Sê re şand

Oct 07 2020

ARK NEWS... Bi helkefta 32'emîn salroja koçadawiya Dr. Nûredîn Zaza, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya, spasnameyek da PDK-Sê li ser vexwendinnameya ji bo seredana gora nemir Dr. Nûredîn Zaza li bajarê Lozan /Siwêsra

Naveroka spasnameyê ev e:

Bo: Partiya Demokrata Kurdistan -Sûriya ya birêz
Malbat û kesukarên xwedêjêrazî Dr. Nûredîn Zaza,
Silav û rêz
Em supasiya hewe yên hêja dikin li ser vexwendina sendîkeya me li ser mezarê Dr. Nûredîn Zaza, û em daxwaza lêborînê ji hewe yên birêz dikin ku me nikarî amade bibin, hevdem ku amadebûn li ser mezarê kesayetiyeke siyasî û rewşenbîrî wiha qedir mezin wekî Dr. Nûredîn Zaza bi erk û şanaziyeke mezin dizanin, ku jiyana xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê terxan kiribû, ji ber wiha ku kesayetiyên wekî wî herdem cihê rêzê ne û nayên jibîrkirin û herdem sax in di bîr û wijdana gelê xwe de.
Em bi vê helkeftê bejna xwe ji ked û xebata wî re ditewîn in, em hêvîdar in ku gelê me serbest û azad bibe û Kurdistan bi tevahî ji bin destê dagîrkeran rizgar bibe her wekî wî dixwest û her wekî ku kar û xebat wî ji bo vê armanca pîroz bû.
Ruha wî şad be û serê gelê Kurd sax be
Her hebin
Bijî Kurd
Bijî Kurdistan
Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan -Sûriya
06.10.2020

306