Birîtaniya: Em dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê de berdewam bin

Birîtaniya: Em dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê de berdewam bin

Dec 10 2018

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtina li gel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê de, tekezî li ser encamdana reforman di saziyên hikûmetê û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektora giştî û taybetî ya Herêma Kurdistanê de kir.

Îro Duşema 10.12.2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wileks û şandeke pê re, ku ji Lord Francis Mod û Konsulê Giştî yê Brîtanya li Kurdistanê, Maretn War pêk hatibû, kir.

Di vê civînê de, Nêçîrvan Barzanî û John Wilkes derbarê çend mijarên weke rewşa navçeyê, xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û hewlên jibo bêtir vejandina rewşa aboriya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û hevkariyên Brîtanya bo Kurdistanê di rojên zehmet de kir û behsa programa berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û proseya reforman di dezgehên hikûmetê de kir û tekezî li ser berdewamiya reforman û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektorên giştî û taybetî de kir.

Balyozê Brîtanya li Iraqê, John Wilkes jî di vê hevdîtinê de behsa geşedanên herî dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li navçeyê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Brîtanya bo Herêma Kurdistanê û diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê kir.

Balyozê Brîtanya yê li Itaqê herwiha encamdana reforman di saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bilind nirxand, ku ew demek e di warên cuda cuda de dest pê kiriye.

329