Hevpeymaniya Navdewletî hêzên zêde şand Rojavayê Kurdistanê

Hevpeymaniya Navdewletî hêzên zêde şand Rojavayê Kurdistanê

Apr 15 2024

Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî di şandina piştevaniya leçkerî û locistîk de bo bingehên xwe berdewam e, herî dawî balafireke barkirî bi alavên leşkerî li bingeheke hevpeymaniyê li Rojavayê Kurdistanê danî.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî gor ku duh Yekşemê 14ê Nîsana 2024an balafireke Hevpeymaniya Navdewletî ya barkirî ya bi alavên leşkerî û locisstîk li bingeha Til Beyder li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê danî.

Roja 12ê Nîsanê jî balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li balafirxaneya bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê kurdistanê danî bû.

46