ARK revandina 54 zarokan ji aliyê QSDê ve belge dike

ARK revandina 54 zarokan ji aliyê QSDê ve belge dike

Jan 04 2024

Hêzên Sûriya Demokratîk sala 2023yan li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê yên di bin destê wê de û kampên koçberkiriyên Efrînê û her du taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûda Helebê 54 zarok bo leşkeriya neçarî revandine, beşê herî mezin ta niha di leşkeriyê de ne, hejmareke biçûk hatine berdan.

Li gorî belgekirina ARKê: Zarokên hatine revandin jê 18 salî ne, piraniya wan zarokan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

Antonyo Gotîrîş, Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî, di raporteke xwe de li pêş Encûmena Ewlehiya Navdewletî, di 27ê Mijdara 2023yan de got: "Li seranserî Sûriyê, ji 1ê Tîrmeha 2022 ta 1ê Tîrmeha 2022yan, 2990 zarok hatine leşkerkirin, jê 130 keç in, ji koma giştî 829 ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine revandin û leşkerkirin".

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî tekez kir: "Di 2 salên borî de, rêjeya 80 li ser sedî zêde bûye, û QSDê pabendî bi rêkeftina li gel Netewên Yekgirtî îmze kiriye, nebûye".

281