PDK-Sê dê 32 salroja koçbarkirina Dr. Nûredîn Zaza vejîne

PDK-Sê dê 32 salroja koçbarkirina Dr. Nûredîn Zaza vejîne

Oct 03 2020

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, wê salroja koçbarkirina Dr.Nûredîn Zaza li welatê Siwêsra vejîne.

Piştî çend rojan li rêkefta 7. 10. 2020, 32 sal wê bi ser koçbarkirina Dr. Nûredîn Zaza re derbas bibin, Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê bi vê boneyê vexwendinek belav kir û tê de got, ku PDK-Sê wê salrojê vejîne.

Li gorî di vexwendinê de hatiye salroja koçbarkirina Nûredîn Zaza wê li ser gora wî li bajarê Lozan li welatê Siwêsrabi amadebûna malbat wî wê were vejandin.

379