Rêxistina Kobanê ya PDK-Sê nameyek belav kir

Rêxistina Kobanê ya PDK-Sê nameyek belav kir

Sep 29 2020

ARK NEWS... Rêxistina Kobanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Turkiyê, nameyek sersaxiyê bi koçadawiya Mihemed Emîn Ebas, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê belav kir.

Di nameya rêxistina PDK-Sê li Turkiyê, sersaxî ji malbat û kesûkarên endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas re şand, û hêviya aramiyê ji wan re xwest.

Heman rêxistinê da zanîn ku xebatkar ji ciwaniya xwe ve tevlî Partî bûye û karê xwe berdewam kir heta ku gihişt komîta navendî.

Rêxistina Kobanê ameje pê kir ku xebatkar Ebas, beriya çend rojan rastî nexweşiyekê hatibû, û ji nexweşxaneya Azadî ya Duhokê, ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê dihat veguhestin, lê di rê de koça dawiyê kir.

Ş.E


473