Cerablus .. Welatiyekî sivîl di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

Cerablus .. Welatiyekî sivîl di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

Feb 05 2019

ARK NEWS .. Li bajarokê Cerablus yê Rojlilatê Helebê ku ew bajarok di bin destê Turkiyê û çekdarên Mertala Feratê de ye, welatiyekê sivîl di zîndana polîsên leşkerî de di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da .

Li gor çalakvanên bajarê Humsê Duşemê 4/1/2019 ragihand ku welatiyê bi navê Muhened Diyab EL Qasim beriya çend rojan li zîndaneke polîsên leşkerî li bajarokê Cerablusê jiyana xwe ji dest da û termê wî di 1ê Sebatê de ji bo kesûkarên wî li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat radestkirin .

Heman jêderan ragihanin ku Muhened Diyab El Qasim xelkê gundê telef yê parêzgeha Humsê ye, û ji aliyê rêjîma Esed ve dihat xwestin û karîbû xwe ji nav lepên rêjîmê rizgar bike, lewma berê xwe da herêmên di bin destê oposizyonê li Bakurê Helebê, û li wê derê jî di 21ê Çileya vê salê bi destê polîsên polîsên leşkerî yên ser bi çekdarên Mertala Feratê de hat binçavkirin û di zîndanê wan de jiyana xwe ji dest da.

Çalakvanan perçevîdyoyek li ser torên civakî belav kir tê de diyar dibe bi şêweyekî tund hatiye lêdan û eşkencedan ku di demên borî de ji kêmtir ji mehekê dibe seyem rewş li Bakurê Sûriyê di bin eşkenceyê de têne tomarkirin .

Ji aliyê xwe ve rêveberiya polîsên leşkerî komîteyek ji efseran damezrand da ku mijara Muhend Qasim bişopîne û soza sizedana kujeran û her kesekî tawan li ser tê sepandin û şandina wan bo dadgehê da .

Ş.E

510