PDK-Sê li ser rêkeftina MSDê û partiya Vîna Gel de helwêst da

PDK-Sê li ser rêkeftina MSDê û partiya Vîna Gel de helwêst da

Sep 08 2020

ARK NEWS... Îro 8ê Îlona 2020an, Polîbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê helwesta xwe derbarê rêkeftina navbera MSDê û partiya Vîna Gel, ku di 31ê Tebaxê de li Rûsiyê hatibû îmzekirin, da û got: Rêkeftin di çarçoveya hewla Rûsiyê ji bo vegerandina hemû herêman ji bo rejîma Sûriyê de ye. Û armanc ew e ku MSDê beşdariyê di danûstandinên Sûrî û komîta destûra Sûriyê de bike.

PDK-Sê di raporta xwe ya siyasî ya meha bûrî, meha Tebaxa 2020an tekez kir ku Rûsiya hewl dide hemû herêman careke din vegerîne bin destê rejîma Sûriyê de.

Polîtbîroya PDK-Sê xuya kir ku armanca Rûsiyê ji rêkeftinê ew e, MSDê beşdariyê di danûstandinên Sûrî û komîta destûra Sûriyê de bike.

Ş.E

288