NY: 95% ji derbederên Alrikban ji ewlehiya rêjîma Sûriyê ditirsin

NY: 95% ji derbederên Alrikban ji ewlehiya rêjîma Sûriyê ditirsin

Apr 12 2019

Netewên yekgritî tekez kir ku rewşa bi hezaran ji derbederên kampa Alirkban yê sînorî bi Urdinê re gelek xerabe û diyarkir ku piranya derbederan ji dezgehên ewlehya rêjîma Sûriyê ditirisin û newêrin ji kampê derkevin .

Berdefkê binavê emîndarê giştî yê netewên yekgritî Istîvan Dugarîk di kongrekî rojnemevanî de raghand ku rewşa derbederan gelek xerabe lewma dixwazin ji kampê derkevin, lê li gûrî lêprisînek netewên yekgritî 95% ji wan derbederan newêrin derkevin ji tirsa dezgehên ewlehya rêjîma Sûriyê .

Berya çend rojekî jî wezîrê derve yê rûsiya Sêrxî Lavrov daxwaza girtna kampa Alirkban û vegera bi dehan hezar derbeder ji bo bajar û gundên xwe yên resen kirbû .

Lavrov herweha diyar kir bû ku wan rewşa kampa Alirkban baş giftûgo kirne lewma ew daxwaza girtina vê kampê dikin bi zûtrîn dem de , û vegera derbederên wê ji bo mal û milkên xwe .


517