Rêjîma Esed Ciwanek Kurd ji sala 2015 ve girtiye û heta niha winda ye

Rêjîma Esed Ciwanek Kurd ji sala 2015 ve girtiye û heta niha winda ye

Nov 01 2023

Kezeba gelek dayikên Kurdan li Sûriyê hatiye şewitandin.

Çîrokên girtin, eşkenekirin, revandin, windabûn, bêserûşonî û kuştinê di sûriyê de, bune diyardeyeke rojane, ku der mafê welatiyê Sûriyê û Kurdên Sûriyê de, nexasim, piştî şoreşa Sûriyê ya 2011an, di her malbateke Sûrî de, kesek winda ye yan girtîye yan kuştîye.

Ji roja 24 meha 8an 2015an ve, ciwanê kurd binavê Şepal Ebdulqadir Mela Cemal di dema leşkerê hikûmeta Sûriyê bû di leşkeriya neçar de, li Şama Payitexta Sûriyê hat girtin û heta niha windaye.

Buşra Xelîl Mihemed Dayika Şepal, niha penaber e li Kempa Domîz ya Penaberan li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê.

Dayika Şepal dixwaze hewara xwe di rêya herdu Kenalên ragihandinê ARK û RÊBAZ re, bighîne Rêxistinên Sivîl û dibêje:(Korê min Esker bû û heta roja 14 meha 8an sala 2015an, dawîn car bû digel min axivî û min dengê wî bihîst, ji hingî ve ez tiştekî li ser wî ni zanim, ez li vir û li wir dipirsim, û Tiyên û Pîreka xwe jî li Şamê lê dipirsin, lê kes tiştekê li ser ni zaninî bû, heta berî sal û nîvekêm min ew naskir camêrekî li Şamê û wî ji min re got va min korê te dîtiye li Hebsa Seyidanay de ye, ez yekser çûm da ez hema bibîn im, û min ne dît, ji xwe , bavê wî jî ji qehra û kerba wî nexweş ket û mir û koça xwe ya dawî kir, min tiştek jê fêm ne kir).

Herwiha Dayika Şepal got:( ez niha jî hewara xwe di rêya we re digînim rêxistinên navdewletî û dixwazim hpn dengê min bighînin rêxistinên mafnasî û navdewletî ku alîkar bin û çarenivîsa korê min diyar bibe, û li min vegerînin, kezeba min li ser şewî ye).

Şepal Ebdulqadir Mela Cemal, ji dayibûyê sala 1995, gundê Sehil yê ser bi bajarê Qamîşlo ve ye.

81