Şûnwarên Kela Horî bi rûberê 10 K.M hatiye têkdan û dizîn
ARK NEWS... Di berdewamiya kolandin û wêrankirin û têkdana şûnwarên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê de, lîkolînerekî Kurd duh 24ê Tebaxa 2020an, eşkere kir ku Kela Horî ya navçey Bilbilê rastî mezintirîn piroserya têkdan û kolandinê hatiye.
Zekeriya Huserî ku lêkolînerekî xelkê Efrînê ye, li ser rûpela xwe belav kir, ku Efrîna di bin destê Turkiyê û çekdaran de rastî mezintirîn piroseya têkdan û dizîiya şûnwarên di serdema niha de tê.
Da zanîn ku kela Horî ya şûnwarî bi rûberê 10 kîlo metran çargoşe bi alavên mezin hatiye têkdan û kelûpelîn wê jî hatine dizîn.
Kela Horî yek ji şûnwarên navdar yên Efrînê ne, li navçeya Bilbilê dikeve, derdora 45 K.M ji ji navenda Efrînê ve dûr e, jêderên dîrokî dibêjin ku dîroka kela Horî vedigere sala 280- 312 berî zayînê.
Ş.E
446
