Remzî: Şepêlek di nav PYDê de heye naxwaza danûstandinên Kurdî bi ser bikevin.

Aug 17 2020

ARK NEWS... Hesen Remzî endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, duh 16ê Tebaxa 2020an, behsa hûrguliyên êrîşa çekdarên ciwanên şoreşger li ser nivîsgehê kir û got silogan û diroşmên PKKê rakirin.

Remzî di daxuyaniyeke taybet de ji ARKê re got ku kiyarên wiha tawan in, û tawanên sala bûrî tînin bîra mirov.

Navbûrî da zanîn ku diyar e şepêlek di nav PYDê de heye naxwaza danûstandinên Kurdî - Kurdî bi ser kevin, û rihetiyek têkeve dilê welatiyan de.

Hesen Remzî tekez kir ku ev tawan cihê şermezariyê ne, û divê ev kiryar werin rawestandin da ku danûstandin serketinê binin.

Ş.E

257