Heleb...3 heyv in welatiyekî Efrînê li cem PYDê girtî ye

Heleb...3 heyv in welatiyekî Efrînê li cem PYDê girtî ye

Aug 11 2020

ARK NEWS... Welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam rastî astengî, binpêkirin, kiryarên dijî mirovatiyê tên, welatiyên li Efrînê dimînin tometên ku arastey wan têne kirin amede ne ew jî PYDê yan xizmet di rêveberiyê de kirine.

Ji ber wê yekê rojane welatiyên Efrînê ji hemû nifşan kal, pîr, xort, û keç ta bi zarokên jêr 18 salî têne girtin, piraniya wan li hember pereyan têne berdan.

Ji dema ku Efrînê ketiye bin destê çekdaran de, bi hezaran ji Efrîniyan hatin girtin, û beşek ji wan hatin sirgonkirin, û ew beş neçar dibin berê xwe bidin Helebê û Şehbayê, lê li wê derê jî tomet ji wan kesan re amede ne ku li cem çekdaran û Turkiyê dijiyan.

Yek ji nimûneyan ciwanê Kurd yê bi navê Mustefa Hemadê Mihemed e ku ji ber stemkarî û zordariya çekdaran reviya Helebê lê weku çawa li Efrînê di zîndanên çekdaran de bû, li Helebê jî kete zîndanê.

Çalakvanên Kurd tekez dikin ku ji dema ku welatiyê ji gundê Bilêlka yê Raco gihiştiye taxa Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê asayîşa PYDê ve hat girtin, û tevî derbasbûna sê heyvan li ser girtina wî re tu agahiyek li ser tune ye, û malbata wî tometa ku jê re hatiye sepandin nizanin çi ye.

Weke Mustefa Hemade bi sedan hene ku navbera kiryar û binpêkirinên çekdar û PYDê de mane û ji ber binpîkirinên çekdaran direvin Helebê lê li herdu taxên Kurdî Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên di bin destê PYDê DE de, rastî lêpirsîn, lêkolîn û vekolînê tê, û tomet ew e ku li Efrîna dagirkirî de dijyan.

Ş.E


406