Zarokekî Efrînê ji aliyê cendirmeyên Turkiyê ve hat şehîdkirin
ARK NEWS... Dema zarokekî Kurd ji şêniyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê dixwest bi qaçaxî derbasî Turkiyê bibe, beriya 3 rojan, rastî guleyekê ji aliyê cendirmeyên Turkiyê ve hat di encamê de şehîd bû.
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn ku beriya sê rojan, cendirmeyên Turkiyê zarokê bi navê Xelîl Nîhad Şêxo Zerzor, li ser sînorê Efrîn û Turkiyê gulebaran kir, di encamê de yekser jiyana xwe ji dest da.
Heman rêxistinê da zanîn ku zarokê navbûrî dixwest berê xwe bide Turkiyê, lê li gundê Êkî Damê yê navçeya Şera hat gulebarankirin.
Zarokê Kurd, xelkê gundê Fêrkanê yê navçeya Şera ye, temenê wî 14 salî, li gor jêderekê ji ARKê gotiye ku termê wî hat radestkirin û bi xakê hat spartin.
Ş.E
342
