
Karmendekî Kurdistan TV çû ber dilovaniya Xwedê
Jul 29 2020
ARK NEWS... Îro Çarşemê 29ê Tîrmeha 2020an, karmendekî Kurdistan T.V, çû ber dilovaniya Xwedê.
Malpera Kurdistan T.V belav kir: "Hevkarê me Mihemed Îsmaîl Kake Xan ku di beşê erşîfê Zagros T.V de bû, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir".
Kurdistan TV da zanîn jî ku "peyameke sersaxî belav kiriye û sersaxî li xwe û malbet û kesûkarê hevkarê xwe Îsmaîl Kake Xan re kiriye".
Ş.E
960