Di dawiya vê mehê de gera nû ji civînên Astana ya Derbarê Sûriyê tê lidarxistin

Di dawiya vê mehê de gera nû ji civînên Astana ya Derbarê Sûriyê tê lidarxistin

Jan 22 2024

Biryar e di dawiya vê mehê de gera nû ji civênên Astana ya derbarê Sûriyê li Kazaxistanê were lidarxistin.

Wezareta Derve ya Kazaxistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi amadebûna şandên hersê welatên gerentor Turkiyê , Rûsiya û îran û herdu şandên Rêjîm û Opoziyona Sûriyê , gera 21ê ji civênên Astana ya derbarê Sûriyê di herdû rojên 24 û 25 Cileyê li Astana paytexta Kazaxistanê de were lidarxistin.

Diyar hir jî ku her yek ji Netewên Yekgirtî , Urdin, Lubnan, û Iraq weku çavdêr wê beşdariyê di civînê de bikin.

Li gorî daxuyaniyê di gera nû de wê dawîn rewşa herêmî li derdora Sûriyê, dawîn pêşhateyên meydanî ,hewlên giheştin bi çareseriyekê giştgir li Sûriyê, rewşên mirovî, û hewlên civaka navdewletî ji asankirina bûbare avakirina Sûriyê werne gotûbêjkirin.

61