Rêxistina Domîz ya PDK-Sê 27 xebatkar û endamên kevin xelat kirin
Jun 16 2020
ARK NEWS... Bi helkefta 63mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, rêxistina kampa Domîz PDK-Sê hijmarek xebatkar û kadrên PDK-Sê xelat kirin.
Şandek ji rêxistina kampa Domîz ya PDK-Sê, bi serkirdayetiya Mihmed Emîn Ebas berpirsê rêxistinê seredana 27 kadir û xebatkarên partî yên kevin li malên wan kir.
Ew xebatkar zêdetirî ji 40 salî ye xizmeta partî û rêbaza kurdayetiyê dikin, û bi bawernameyên rêzgirtinê ew xelat kirin.
471
