Efrîn... Bi sedê hezaran dolar ji bazirganekî hat dizîn
Jun 13 2020
ARK NEWS... Duh Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bazirganek li ser rêya gundê Basûtê hate girtin û gujmeyek pere jê hat dizîn.
Jêderên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku welatiyê ereb yê bi navê Elî Derwîş ji aliyê çekdaran ve hat girtin û bi sedê hezaran dolar jê hat dizîn.
Heman jêderan dane zanîn ku Elî Dewîş berê xwe ji Efrînê dida Idlibê lê li ser rê hat dizîn û ta niha nehatiye tekezkirin ku gujmeya pereyan çend e, lê jêder dibêjin ku ji 200 hezar dolar ta 500 hezar dolar pê re bû.
Li gor wêneya ku hatiye belavkirin tê de diyad dibe ku rastî lêdanê jî hatiye.
Ş.E
291
