112 kesên din li herêma Kurdistanê bi Korona ketin e

112 kesên din li herêma Kurdistanê bi Korona ketin e

Jun 13 2020

ARK NEWS.. Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand, ku 112 kesên din li herêma Kurdistanê bi Korona ketin e. 78 kes li Silêmaniyê, 20 li Hewlêrê û 14 li Duhokê.

Her îro 3 kes bi Korona li Silêmaniyê jî, jiyana xwe jidest dan.

Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniyekê de ragehand, ku 30 tûşbûyên Korona baş bûne û hejmara kesên li Hewlêrê baş bûn e gihişte 277 kesan.

Herwiha li Duhokê jî 6 tûşbûyên Korona baş bûne û hejmara kesên başbûn e gihişte 50 kesan li wê parêzgehê.

365