Li Hewlêr 34 kesên din tûşî Koronayê bûn
Jun 09 2020
ARK NEWS .. Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehand, li parêzgeha Hewlêr 34 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
Di ragehandina wezaretê de hatîye, ewên tûşbûyî 26 zelam, 5 jin û 3 zaro ne. 29 ji tûşbûyan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û 5 tûşbûyan jî nîşaneyên nexweşîyê hene.
20 tûşbû rûniştvanên qezaya Çoman in.
3 tûşbû rûniştvanên qezaya Koye ne.
11 tûşbû jî rûniştvanên taxên bajarê Hewlêrê ne.
366