Daxwiyaniyek jibo raya giştî

Apr 02 2019

Îro (2.4.2019), Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan –Sûriya “PDK-S” daxuyaniyek derbarê girtina endamê komîtê Husên Îbiş de belav kir.

Di daxwiyaniya komîta navendî de, wiha hatiye, diyare tişta ku li ‘Efrînê û gundewarênwê rû didin û kiriyarên derheqê milletê ‘Efrînê de tên kirin ji alyên kesên destihilatdar bi awayekî ne rewa û xudan biryar li ‘Efrînê bi piştevaniya Hikûmeta Turkiyê, zêdebarê van kiriyaran , ew destihilatdarane dinavbera dem û demekê de jî, milletê ‘Efrînê digre û direvîne û taybetî jî kesên syasetmetdar û xudan bîrubarwî.

Herwiha daxwiyaniya partî de hatiye , hevdemî vê yekê, roja (31.3.2019), çekdarên li ‘Efrînê endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan –Sûriya û Serokê Encûmana Xwechî ya Encûmana Niştîmanya Kurdî li Sûriyê li ‘Efrînê girt , komîta navendî ya parityê di demê ku binpêkirin û kiryarên wiha yên ku digel sadetirîn binemayên mafên mirovan na gunce bi tûndî şermezar dike , û xizmeta pêşeroja deverê û xelkê wê nake, û di heman demê de partî daxwazê ji aliyên berpirs û peywendîdar dike , ku bilez hevalê serkirde Husên Îbiş û hemî girtiyên di zindanên wan giropên çekdar de azad bikin berî ku dem derbas bibe û helwêstên guncaw vê derbarêde werin sitandin.

Di dawiya daxwiyanya partî hatiye, silav jibo heval Husên Îbiş de zindanên destihilatdarên ne rewa li ‘Efrînê .

Silav jibo her girtiyekî siyasî di hemî girtîgehê û zindanên hindurê welêt de û şermezarî û bê rometê jibo siyaseta tunekirin û binpêkirin tepeseriyê .

Roja 2. 4 .2019,

Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan –Sûriya

Qamîşilo.

570