Nerîn derbarê çarenvîsa çemê Feratê
ARK NEW..Wezîrê derve yê Rêjîma Esed Welîd Elmûelim ragihand ku welatê wî bi dûbare kontrolkirina deverên Rojhilatê çemê Feratê de piştî çareserkirina doseya Idlibê rijd e, û tekez kir ku tu fidraliyê nebejrînin û divê kesên xwe bi Emrîka ve girêdayne ji xewin û xeyala xwe de derkevin .
Li hember de berpirsên MSDê daxwuyaniyên Mûelem red kirin û tekezî ser berdewamiya têkilî û peywendiyan bi hêzên Emrîkî re kirin .
Ji aliyê xwe ve Sêrgî Lafrof wezîrê derve yê Rûsiyê Emrîka bi kar ji bo damezrandina keyaneke kurdî li Rojhilatê Feratê de tometbar kir .
Her di vê derbarê de siyasetmedarên û pisporên leşkerî nerînên cuda cuda darbarê çarenivîsa çemê Feratê dane xwiyakirin Nafih Ebdula endamê komîta navendî ya Partiy Demoqrata Kurdistan Sûriya ji malpera PDK-Sê re ragihand ku Emrîka kar ji bo sê armancan dike şerê terorê û bi taybet DAIŞê û derketina Îran û mîlîsên bi ser ve û dîtina çareyeke siyasî .
Derbarê gefên Turkiyê Ebdula got ku Turkiyê gevan li keyaneke kurdî dike .
Di dema beşdariyê di bernameya Elerebî de Ebdulbasit Hemo cêgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê ragihand ku kurd hevpeymaniyên Emrîka ne û berpirsên Emrîkî nexasim Tiramp amaje bi wê yekê kirine û Emrîka dest ji kurdan bernade û li gor berjewendiyên xwe kar dike û ji aliyê leşkerî ve bi PYDê re ye lê di warê siyasî bi Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê re kar dike .
Derbarê daxwuyaniyên Rûsî û tometkirina wê ji Emrîka re ku kar ji bo keyanek kurdî dike rojnemevan Salih dimîcer tekez kir ku berpirsên Emrîkî tu carî ew yek gengeşe nekirine û gevên Turkiyê ne peyameke lê belê pilaneke dixwaze cîbicî bike û ew nikare derbasî Rojhilatê bibe eger rêkeftinên nû îmze nebin .
Dimîcer behsa çûna hêzên pêşmergeyên Roj kir ku kesên li ser erdê hîn tu gerantî nestandine û rola wan di pêşerojê de ne diyare û çûna pêşmergan bi rêkeftinan girêday ye .
Malpera fermî ya PDKê beşê latînî daxwuyaniya emîdê ji QSDê veqetiyay Husam Eldîn Elewak belav kiriye û dibêje hebûna QSDê bi hebûna DAIŞê ve girêday ye û bidawîbûna DAIŞê dê rola QSDê jî bi dawî were û ew alîkarî dê wern birîn .
Ji aliyê xwe ve siyasetmedarê kurd Mehmûd Ebas di dema beşdariyê di bultena ARKê de got ku mijara çûna Emrîka ta deriyaya spî di riya Efrînê re hîn di ser maseya wê de ye û ew ka ji bo wê yekê dike .
Li aliyekî din endamê komîta navendî ya PDK-Sê Elî Muslim ragihand ku têkiliyên Emrîkî û Turkiyê berev erînî ve diçe û bi taybet piştî îmzekirina rêkeftina siyasî ya navbera Tiramp û Erdoxan de ku li gor wê yekê Qisê Emrîkî Bironson serbest hat berdan .
Gefên Turkiyê û rêjîma Sûriyê û rijdbûna Emrîka ji mana Rojhilatê Feratê de û dûbare dirustbûna sînariyoya Efrînê li wan deran û demezrandina keyanekî kurdî li bin siya rêveberiya Kurdî Kurdî yan Kurdî Emrîkî herwiha sînaryoya rêveberiyek hevbeş di navbera MSDê û Rêjîmê de û çûna hêzên pêşmergeyên roj berive wan pirsan dê di rojên bê eşkere û zelal bibin.
Ş . E
708
