Li Hewlêrê 26 kesên din bi Koronayê ketin
Jun 07 2020
ARK NEWS.. Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 26 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 26 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, kesên bi vîrusê ketinê, 15 mêr, 4 jin, 3 keç û 4 zarok in.
Wezareta Tenduristiyê îro danê sibê jî pêketina 13 kesên din bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê ragihandibû.
383
