Serok Barzanî: Tekezî li ser peyama aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikin û xelkê piştrast dikin ku xebat û qurbanîdana wan vala naçê
ARK NEWS... Di salvegera şoreşa Gulanê de, ku beriya 44 salan di rojeke weke îro de rabûbû, Serok Mesûd Barzanî, nameyek belav kir tê de rol, ked, koçberbûn, û cangoriya wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman silav kir.
Nameye Serok Barzanî wiha dest pê kir: Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Li salvegera Şoreşa Gulanê da pêzanînên min ji bo rol û ked û koçberbûn û cangoriya wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman heye ku beşdariya Şoreşa Gulanê kirin û dîrok û şanaziyê ji bo gelê Kurdistanê dirust kirin. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Gulan û hemû Şehîdên Kurdistanê be.
Da zanîn: Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê bû û yek ji wan qonaxên girîngên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû û selmand ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê lê îradeya têkoşîna gelê Kurdistanê tu demekê naşikê û bi vîn û hêzeke nû ve serî hildide.
Serok tekez kir: Peyama Şoreşa Gulanê ku li bîst û şeşê Gulana 1976 da hilpêkir, peyama berdewam û berxwedan û pêdagiriyê li mafên rewayên gelê me bû û berdewamiya şoreşên dinê gelê Kurdistanê bû.
Ameje pê kir: Berhema Şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperîn û federalî û fireh alî û hilbijartin û damezrandina sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane û bi xwîn û rondikan pêkhatine.
Serok Barzanî di dawiya nameya xwr de nîşan da: Li salvegera çil û çaremîn salvegera Şoreşa Gulanê da tekez li ser peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn û xelkê Kurdistanê jî li wê yekê piştrast dikîn ku şoreş û xebat û qurbanîdana wan bi vala naçê.
Ş.E
428
