PDK-Sê pîrozbahiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kir
ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, nameyeke pîrozbahiyê arastey Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kir, tê de yekîtiya ku ragihandine pîroz kir û hêviy serkeftinê ji wan re xwest. Navroka nameyê ev e:
Birayên hêja li Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, kadir, Pêşmerge û cemawerê partiyê..
Wek Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya me nûçeya yekgirtina partiya we bi kêf û coşeke zêde bihîst, em xebat û qurbanîdana we li diji rejimên Îrani bilind dinirxînin ji
destpêka damezirandina partiya we di sala 1945an û heta niha.
Bi vê yekgirtinê, partiya bira hêz û baweriya cemawerên xwe vegerand, û xweşî xiste giyanên serkirdeyên Şehid Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, herwiha giyanê
damezrênerê Komara Kurdistan Şehid Qazî Mihemed, û hemû şehîdên partiyê.
Birayên hêja..
Pîrozbahiyên xwe ji bo kar û xebatên we derbarê pêkanîna vê yekgirtinê dubare dikin, û silav û rêzgirtinên me yên taybet ji bo herdu birêz Mistefa Hicrî û Xalid Ezizî hene ku roleke wan ya mezin di vê yekgirtinê de hebû.
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya 22-8-202
227