Tûrkiya welatiyên kurdistana Sûriyê ji tonelên PYDê agadar dike

Tûrkiya welatiyên kurdistana Sûriyê ji tonelên PYDê agadar dike

Apr 23 2019

Hate raghandin ku kompaniyên Têlên peywendiyên Turkiyê nameyên agadaryê ji bu welatyên kurdistana Sûriyê re dişînin têde wan ji kiryarên çekdarên PYDê li kurdistana Sûriyê agadar dikin .

Li gûrî zaniyariyan ku kompaniyên Têlên peywendiyan yên Turkiyê nameyên agedariyê ji bu welatên kurdistana Sûriyê derbarê Tonelên ku çekdarên PYDê li kurdistana Sûriyê dikolin dişînin .

Li gorî heman zanyariyan ku bi hezaran welatiyên kurdistana Sûriyê li bajarên Qamişlo û Amûdê û Serê kaniyê û Girê Sipî û gundewarên wan nameyek wergirtin têde dibêjin ku " Tonelên çekdarên PYDê dibe sedema rûxandin û wêrankirina bajarên we , lewma bê deng nemînin derbarê rûxandina malên we " .

Tê zanîn ku çekdarên PYDê li piranya bajar û bajarokên kurdistana Sûriyê tonel anku Xendeq kolandine ku gelek ji wan tonelan di bin malên xelkê re derbas di bin ku metirsiyek li ser malên sivîlan peyda kiriye bi taybet ku piraniya malên welatiyên kurdistana Sûriyê ji axê hatine avakirin .

556