Xebatkarê kurd Ismaîl Hac Hesen koça dawiyê kir
Jul 02 2022
ARK NEWS... Duh 1ê Tîrmeha 2022yan, xebatkarê kurd Ismaîl Hac Hesen li yek li nexweşxaneyên Duhokê koça dawiyê kir.
Îsmaîl Hac Hesen yek ji endamên dêrîn yên PDK-Sê bû ji biçûkaniya xwe ve tevlî rêzên partî bûbû. Xebatkar jidayîkbûyê sala 1960î ye, ji gundê Kêşikê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye. Îro li goristana Misîrîkê ya Duhoka bi xakê hat spartin.
Merasîmên şîna xebatkarê kurd Ismaîl Hac Hesen li komelgeha "War City" ya derdora Duhokê bi rê ve diçin.
744
