Til Rifet... 3 sal in komkujî di dermafê zarokên Efrînê de hatiye encamdan

Til Rifet... 3 sal in komkujî di dermafê zarokên Efrînê de hatiye encamdan

Dec 04 2022

ARK NEWS... Ji beriya sê salan ve, grûpên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, navenda bajarokê Til Rifatê ya li bakurê Helebê topbaran kir, di encamê de 9 welatiyên sivîl ji derbiderên Efrînê şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn, ku praniya wan zarok in.

Roja Duşema 2yê Berçileya 2019an grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve, navenda bajarê Til Rifatê bi 2 topan kir armanc, ku topek li nêzîkî xala Heyva Sor ya Sûrî ket û topa din jî li nêzîkî geraca bajêr ket.

Di encama teqîna herdu topan de, 9 welatî şehîd bûn, ku piraniya wan zarok in û 12 kes jî birîndar bûn.

Bajarokê Til Rifatê 25 kîlo metreyan li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê YPGê de ye. Piştî operasyona Turkiyê li ser Efrînê zêdetir ji 250 hezar Efrînî derbiderî Til Rifat û derdora wê bûne.

247